NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GOR ANKETA SOSYO POLÎTÎK LI AMEDÊ GEL NIKARE LÊÇÛNÊN JÎYANÊ BIKIRE

Li gor anketa krîza aborî ya ku ji alîyê Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ya Amedê ve hatîye kirin, ji sedî 97’ê beşdaran ji krîza aborî bandor bûne.

LI GOR ANKETA SOSYO POLÎTÎK LI AMEDÊ GEL NIKARE LÊÇÛNÊN JÎYANÊ BIKIRE

Li gor anketa krîza aborî ya ku ji alîyê Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ya Amedê ve hatîye kirin, ji sedî 97’ê beşdaran ji krîza aborî bandor bûne. Li gor anketê hat destnîşankirin ku di salekê de ji 3 kesan nêzî kesek bêkar maye, ji 3 kesan kesek an jî zêdetir nikarin hewcedarîyên xwe yên herî kêm pêk bînin û hat destnîşankirin ku piranîya gel bi deynan hewl didin ku di krîzê de li ber xwe bidin. Di anketê de wiha hat gotin, “Ji sedî 15,6 ê beşdaran, bi zêdebûna krîza aborî û lêçûnên jîyanê re nikaribûn li ber xwe bidin, yên ku li ber xwe didin jî ew bi kêmkirina hewcedarîyên xwe yên bingehîn ên xwarinê, bi kirîna di rojên kampanyayê û erzanîyê de, bi deynkirin û piştgirîyên malbatê xwe re li ber xwe dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.