NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ XWENDEKAR BI ÇEKÊ AVÊT SER DIBISTANÊ! 3 BIRÎNDAR

Li Rihayê xwendekarê lîseyê piştê nîqaşa bi rêveberîya dibistanê re, bi çekê avêt ser dibistanê û di encamê de 3 kes birîndar kir.

LI RIHAYÊ XWENDEKAR BI ÇEKÊ AVÊT SER DIBISTANÊ! 3 BIRÎNDAR

Li Rihayê xwendekarê lîseyê piştê nîqaşa bi rêveberîya dibistanê re, bi çekê avêt ser dibistanê û di encamê de 3 kes birîndar kir.

Bûyer danê nîvro li Akademîya Cezerî ya Taybet û Lîseya Anadolu ya Teknîkî ya Pîşeyî ya Teknolojîyê ya li navçeya Ûlûbaga Rihayê qewimî.Xwendekarê pola 11emîn Î.D yê ku xwest bi cixareyê bikeve hewşa dibistanê.

Alîkarê midûrê dibistanê S.A.yê ku ew hişyar kir, di navbera wan de nîqaş derket. Î.D.yê piştî nîqaşê tivingek ji malê anî, bêyî hedef nîşa bike çeporast gule li kozika ewlehîyê reşand.

Di encamê de Midûrê dibistanê S.A, parêzvanê taybet yê ewlehîyê G.M. û xwendekar H.A. birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û Î.D. yê ku êrîş pêk anîbû jî hat binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.