NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BER BARANA GUR HIŞYARÎYA LEHÎ Û BILINDBÛNA AVÊ HAT DAYÎN

Walîtiya Amedê û Meteorolojîyê hişyarî da ku li hemberê barana zêde ya ku li bajêr bibare divê baldar bin.

JI BER BARANA GUR HIŞYARÎYA LEHÎ Û BILINDBÛNA AVÊ HAT DAYÎN

Walîtiya Amedê û Meteorolojîyê hişyarî da ku li hemberê barana zêde ya ku li bajêr bibare divê baldar bin.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Walîtîya Amedê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku barana zêde ya ku duh bi şev dest pê kir ji saetên sibê ve bandora xwe zêde kir. Li gor daneyên Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê li Kayapinar, Yenîşehîr, Baglar, Sûr, Çermûg, Eglê, Çinar, Bismil, Farqîn, Karaz û Hazroyê barana gur tê pêşbînîkirin.

Di daxuyanîyên ku hatin dayîn de hat xwestin ku li hember lehî, bilindbûna avê û astengîyên hatûçûnê baldar bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.