NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ AJOKARÊ OTOBUSÊ BI ERKA XWE JÎYANEK XILAS KIR

Mamosteyê ku li Amedê di otobusa rê de nexweş ket, ji alîyê ajokarê otobusê ve rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê û ji mirinê hat xilaskirin.

LI AMEDÊ AJOKARÊ OTOBUSÊ BI ERKA XWE JÎYANEK XILAS KIR

Ji rêwîyên otobusa ku ji navçeya Çinarê diçû navenda bajêr mamoste Abdullah Şîmşek ê 32 salî di otobusê de nexweş ket.

 

Ajokarê bi navê Mehmet Şakir Kaçka, tevê rêwîyan otobusê bir beşa lezgîn a nexweşxaneyeke taybet a nêz û ji mamoste re dermankirina lezgîn hat kirin. Hat hînbûn ku rewşa mamosteyê ku tedawîya wî temam bûye baş e.

 

Mamoste Şîmşek piştê hat ser hişê xwe axivî û wiha got, “piştê dibistanê ji Çinarê dihatim malê û di dema rêdebûm krîzek, êşek bi min girt. Bi saya birayê Şakir, weke erkekî mirovahî, otobusa mezin bi tevê rêwîyan rasterast birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Xwedê jê razî be. Em jîyanê deyndarê wî ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.