NÛÇEYÊN KURDÎ

HDP: ME PÊVAJOYA NÛJENKIRINÊ DA DEST PÊ KIRIN

Berdevka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li ser pêvajoya ji nû ve avakirina partîya xwe û zelalkirina bernameya xebatê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapemenîyê li dar xist.

HDP: ME PÊVAJOYA NÛJENKIRINÊ DA DEST PÊ KIRIN

Berdevka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li ser pêvajoya ji nû ve avakirina partîya xwe û zelalkirina bernameya xebatê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapemenîyê li dar xist.

Gunay wiha got: “Armanca me ya esasî ew e ku mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê saz bikin. Du armancên esasî yên van amadekarîyan hene. Ya yekemîn; wê kêmanîyên di pêvajoya hilbijartinê de û berîya wê derketine holê ji holê bên rakirin û mekanîzmaya rexne-xwerexnekirinê were karîgerkirin û ji xeletî û kêmasîyan dersan bigirin. Gunay dîyar kir ku pêvajoya Kongreya Mezin a HDP'ê dest pê kirîye û wiha got, “Em ê van hevdîtinan bi lez û bez biqedînin. Em ê rexneyên xwe yên rêxistinî û sîyasî bikin.” Li ser pirsa derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku dev ji sîyaseta aktîf berdaye jî Gunay wiha got, "Demirtaş bi xwe di mijarê de li ser nîqaşên spekulatîf bersivên pêwîst da. Namzetbûna wî ya ji bo serokkomarîyê ji ber rewşa wî ya hiqûqî bi lijneyên me yên têkildar re nehatibû nirxandin. Ji bo namzeta serokkomarîyê ya jin pêşnîyara wî hebû. Wek endamê HDP'ê rexneyên wî yên li hemberê me û yên lixwe kirîye gelek bi qîmet e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.