NÛÇEYÊN KURDÎ

DI RÊZA BAJARÊN HERÎ KEVNAR ÊN CÎHANÊ DE SÛR XELET HAT NÎŞANDAN

Di lîsteya ku di bin navê "Bajarên herî kevn ên cîhanê de" hat weşandin de hat dîyarkirin ku rêza 12emîn a ku navçeya Sûrê ya Amedê de tê de cîh digre xelet e.

Navçeya Sûrê ya Amedê ku di dîroka mirovahîyê de mazûvanîya gelek şaristanîyan kirîye, li gor 4750 salan bêyî ku daneyên heye bikar bîne, di lîsteya "bajarên herî kevn ên cîhanê" de di rêza 12'emîn de hat nîşandan. Dekanê Fakulteya Huner û Dîzaynê ya Zanîngeha Dîcleyê û Seroka Kolana Qesra Amîda Hoyuk-Artûklû ya Amedê, Prof. Dr. Îrfan Yildiz dîyar kir ku daneyên hatine eşkerekirin ne nûjen e û Sûra Amedê berîya zayînê wek 7 hezar sal, ji roja me ya îro û pê de 9 hezar sal berê hatîye avakirin divê lîsteyê de di rêza 2. de cîh girtibaya. Yildiz, anî ziman ku divê lîste bê nûkirin û wiha got: “Hem bi analîzan û hem jî bi daneyan dîyar bû ku 9 hezar sal berê li Amîda Hoyûka navçeya Sûra Amedê jîyanê dest pê kirîye. Pêwîst e ku lîsteya ku hatîye weşandin bi daneyên nûjen were sererast kirin. Divê navçeya Sûrê di cihê ku heq dike de be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.