NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊJEYA FAÎZA DERENGMAYÎNÊ WEK JI SEDÎ 3,5 HAT DÎYARKIRIN

Rêjeya faîza derengmayînê û rêjeya faîza taloqkirî ya salane ya ku li ser deynên giştî tê sepandin dîyar bû

RÊJEYA FAÎZA DERENGMAYÎNÊ WEK JI SEDÎ 3,5 HAT DÎYARKIRIN

Rêjeya faîza derengmayînê û rêjeya faîza taloqkirî ya salane ya ku li ser deynên giştî tê sepandin dîyar bû.

Biryara Serokkomarîyê ya Derbarê Ji nû ve Tespîtkirina Faîza Derengîyê ya Li Ser Destkeftîyên Gelemperîyê tê sepandin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorê biryarê, rêjeya faîza dereng a ku di Qanûna Bi Hejmara 6183'an de ya Rêbaza Bicîhkirina Destkeftîyên Gelemperîyê de cîh digire bû ji sedî 3,5 û wê ji bo her mehê cuda bê sepandin.

Ji alîyê din ve Daxuyanîya Giştî ya Berhevkirinê ya Rêveberîya Dahatê ya Wezareta Xezîne û Darayî hat weşandin û ket merîyetê.

Li gorê vê, rêjeya faîza taloqkirî ya li ser deynên giştî ku salane ji sedî 24 e, ji îro pê ve ji sedî 36 hate dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.