NÛÇEYÊN KURDÎ

DI 2023AN DE HERÎ KÊM 1932 XEBATKAR DI CÎNAYETÊN KAR DE MIRIN E

Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Kar (ÎSÎG) Rapora Cînayetên Kar a 2023’an eşkere kir. Li gorê raporê di salekê de hezar û 932 xebatkar di encama cînayetên kar de jîyana xwe ji dest dane.

Li Amedê 19 xebatkar jîyana xwe ji dest dan. Ji xebatkarên jîyana xwe ji dest dane 147 jin, 54 zarok û 106 jî penaber e.

Di parvekirina cînayetên kar ên sala 2023’an de li gorê beşên kar hat dîyarkirin ku 389 xebatkar di beşa înşaet/karsazîya rê de, 371 di beşa çandinî/daristan, 221 di beşa bazirganîyê de, 157 di beşa otelan de û 116 di beşa bazirganîyê/karsazîyê de jîyana xwe ji dest dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.