AMED

SENDÎKAYA PIŞTEVANÎYA TEQAWÎDAN: EM SEDEQE NAXWAZIN

19 Sendîkaya Piştevanîya Teqawîdan, 5 hezar TL îkramîyeya ku ji alîyê hikûmetê ve hatîye îlankirin wekê "sedeqe" pênase kir û got, "Em ne sedeqeya yekcarî, lê belê bi qasê mûçeya kêmtirîn salê 4 caran ji bo teqawîdan îkramîye dixwazin.

" Sendîkaya Piştevanîya Teqawîdan a li Edeneyê derbarê 5 hezar TL îkramîyeya ku ji alîyê hikûmetê ve yekcar tê dayîn, bi dirûşma "mûçeyek ku têrê wek jîyana mirovan bike û jîyanek bi rûmet ku di nav pergala demokratîk de be” daxuyanî da çapemenîyê. Rêxistinên sivîl ên li bajêr jî piştgirî dan teqawîdan.

Di daxuyanîyê de rêvebera sendîkayê Gonûl Yolcu dîyar kir ku sînorê birçîbûnê 15 hezar TL û xeta feqîrîyê jî 45 hezar TL ye, mûçeyan teqawîdan jî ji 7 hezar û 500 TLyê dest pê dike. Yolcu, 5 hezar TL îkramîyeyê wek ‘sedeqe’ pênase kir wiha got:

"Em êdî nikarin bibêjin ku teqawît feqîr in." "Berçûnîya jîyanê bê tehemûl bûye." Herî dawî Yolcu bi banga tevlêbûna mîtînga 10'ê Berfanbarê ya li Enqereyê kir û daxwazên teqawîdan anî ziman.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.