NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GOR ENAG ENFLASYON JI SEDÎ 186,27! LI GOR TUÎK 83,45

Di meha îlonê de E-TUFE li gor ENAGê sedî 186,27 e. Lê li gor TUÎKê sedî 83,45 e!

LI GOR ENAG ENFLASYON JI SEDÎ 186,27! LI GOR TUÎK 83,45

Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku ji aborînas û akademîsyenan pêk tê, daneyên enflasyonê yên meha Îlonê eşkere kir. Li gor rapora ENAGê, Endeksa Bihayê xerîdaran (E-TUFE) di meha Îlonê de ji sedî 5,30 zêde bû.

Li gor daneyên ENAGê, E-TUFE di 12 mehên dawîn de sedî 186,27 zêde bû. Ji serê sala 2022yan û vir ve jî wek ji sedî 101,63 zêde bû.

Li alîyê din li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) Endeksa Bihayê Xerîdaran di meha Îlonê de ya mehane, ji sedî 3,08 zêde bû. Li gor daneyên TUÎK'ê enflasyona salane di bihayên xerîdaran de ji sedî 83,45 û di bihayên hilberînerên navxweyî de jî ji sedî 151,50 hatîye tomarkirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.