NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 4 BAJARÊN HERÊMA ERDHÊJÊ JI BO MAMOSTEYAN MAFÊ CÎH GUHERTINÊ

Li 4 bajarên herêma erdhêjê ji bo mamosteyên daîmî mafê guhertina cîh hat dayin.

LI 4 BAJARÊN HERÊMA ERDHÊJÊ JI BO MAMOSTEYAN MAFÊ CÎH GUHERTINÊ

Li 4 bajarên herêma erdhêjê ji bo mamosteyên daîmî mafê guhertina cîh hat dayin.

Wezareta Perwerdehîya Neteweyî derbarê mijarê de daxuyanî da û dîyar kir ku mamosteyên daîmî yên ku li Semsûr, Hatay, Mereş û Meletiyê dixebitin û dema namzediya wan qediyaye, ji bo cîh guhertinê divê sê salên xwe yên xebatê temam kiribin an jî divê heta 30 Îlona 2023 temam bikin. Serlêdan wê di navbera 6-10ê Nîsanê de bi dagirtina forma serîlêdanê ya elektronîkî li ser MEBBISê bên kirin û pergal di 10ê Nîsanê roja Duşemê saet di 16:00 de wê biqede.  Tayînkirin wê li gor tercih û xizmetê bên kirin û di 12ê Nîsanê de ji aliyê walîtiyên eleqedar ve wê bên pejirandin û ragihandin. Pêvajoya îstifa û destpêka wezîfeyê wê ji 16ê Hezîranê pê ve bê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.