NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI GOR WAN BOMBE AVÊTINA SÛRÎYEYÊ WÊ BIBE DENG JI WAN RE”

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Partîya xwe de derbarê rojevê de daxuyanî da.

“LI GOR WAN BOMBE AVÊTINA SÛRÎYEYÊ WÊ BIBE DENG JI WAN RE”

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Partîya xwe de derbarê rojevê de daxuyanî da.

Bûldan bi bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hatîye qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Derbarê teqîna li Kolana Îstîklalê de Bûldanê wiha got, “Em hemû bûn şahidê êrîşa bombeyî ya li Taksîmê ku sivîl hedef hat girtin. Tevî hemû nakokîyan jî êrîşa Taksîmê dîsa veguherî hinceteke bingehîn a êrîşa li ser Kurdan. Bi lez û bez şer li dijî Kurdan hat ragihandin. Ew hesab dikin ku bombeyên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne avêtin dê ji bo wan wekî deng û rayê vegere. Di vê pêvajoya îmhayê de ku gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, em careke din bûn şahid ku li her qadê û li her cihê ku Kurdan têkoşîyane û li ber xwe dane, operasyon lê têne rast kirin. Em weke HDPyê bi zîhniyeta “Bila hikûmet biguhere lê siyaseta xitimandinê bidome” nikarin ti hevkariyê bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.