NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HERÊMA PÎŞESAZÎYA AMEDÊ TETBÎQATA ŞEWATÊ HATE KIRIN

Li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê digel ekîbên AFAD, UMKE, agirtef û şaredarîyê, tetbîqata agirtefê ya berfireh hat lidarxistin.

LI HERÊMA PÎŞESAZÎYA AMEDÊ TETBÎQATA ŞEWATÊ HATE KIRIN

Li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê digel ekîbên AFAD, UMKE, agirtef û şaredarîyê, tetbîqata agirtefê ya berfireh hat lidarxistin.

Piştê şewata pîşeyekê ya hefteya borî, rêveberîya Pîşesazîya Organîze û ekîbên agirtef yên Şaredarîya Bajarê Mezin, dîyarkirin ku wan biryara tetbîqatê daye. Midûrê Rewşa Lezgîn a Afatê ya Parêzgehê Îlamî Çakmak di derbarê tetbîqata şewatê de agahî da û wiha got; “Sala 2022’an wek sala tetbîqatê hate ragihandin. Li gor senaryoya me ya di vê çarçoveyê de hat çêkirin, bi texmîna ku li herêma pîşesazîyê di kargehekê de şewateke mezin derketîye û ji alîyê AFAD, UMKE, agirtef û ekîbên şaredarîyê ve mudaxeleyê şewatê hat kirin. Tevê îhtimala ku şewat ji ber mezinbûna xwe li tesîsên din belav bibe jî li 50 kargehên li herêma pîşesazîyê, tetbîqata şewat û tehlîyeyê hat kirin. Ji AFAD, UMKE, agirtef, şaredarî û dildarên AFAD’ê, bi tevahî 141 kes û 18 wesayît beşdarê tetbîqatê bûn."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.