NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HEZRO’YÊ HEZAREK Û 150 HILBIJÊRÊN XEYALÎ HAT TESPÎTKIRIN

Hat îdîakirin ku berîya hilbijartinên herêmî li 3 taxên navçeya Hezroya Amedê hezar û 150 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin.

LI HEZRO’YÊ HEZAREK Û 150 HILBIJÊRÊN XEYALÎ HAT TESPÎTKIRIN

 

Hevserokê Navçeya Hezro ya DEM Partî Alîhan Kuşlu dîyar kir ku piştê lîsteyên hilbijêran hatin daliqandin wan ferq kirîye ku li 3 taxên navçeyê ku piranîya wan li Taxa Hurrîyetê ne, hezar û 150 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin.

Kuşlu wiha axivî, "Bi sedan kes li heman navnîşanê bi cîh kirin. Em ê sibe derbarê hilbijêrên xeyalî ên ku me heta niha tespît kirine îtîraz bikin. Xebat û tespîtên me dewam dikin.

Çawa ku em wan tespît bikin em ê îtîraz bikin." Kuşlu, derbarê bêhiqûqîyan de AKP'ê wek berpirsyar nîşan da û wiha got, "Em vê qebûl nakin. Em ê van qirêjî û lîstikan pûç bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.