NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYA DEVA SOZ DA: WÊ LEŞKERÎYA MECBÛRÎ BÊ BETAL KIRIN

Partîya DEVA ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê, weke soza xwe ya yekemîn dîyar kir ku ew ê leşkerîya mecbûrî betal bikin.

PARTÎYA DEVA SOZ DA: WÊ LEŞKERÎYA MECBÛRÎ BÊ BETAL KIRIN

Partîya DEVA ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê, weke soza xwe ya yekemîn  dîyar kir ku ew ê leşkerîya mecbûrî betal bikin.

39 roj berîya hilbijartinên 2023’an partîyên sîyasî dest bi parvekirina sozên xwe yên hilbijartinê kirin.

Partîya DEVA ku sozên xwe yên hilbijartinê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kir, dîyar kir ku ew ê di soza yekem a ku dane de leşkerîya mecbûrî betal bikin û li şûna wê derbasî leşkerîya profesyonel bibin.

Derbarê bi mîlyonan xwendekaran de jî Partîya Deva, soza betalkirina demjimêra mecbûrî ya ketin û derketina Wargehên KYKê da xwendekaran.

Partîya DEVA, dîyar kir ku ew ê beşdarî pêşbirka Eurovisionê ya ku bi salan e Tirkîye beşdar nebûye, bibin û got, "Tirkîye wê derkeve ser dikê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.