NÛÇEYÊN KURDÎ

NEVÎYÊN ŞÊX SEÎD DÊ OZDAGÊ GILÎ BIKIN

Nevîyên Şêx Seîd û Komeleya Şêx Seîd dîyar kirin ku wê Serokê Giştî yê Partîya Zaferê Umît Ozdagê ku heqaret li Şêx Seîd kiribû, gilî bikin.

NEVÎYÊN ŞÊX SEÎD DÊ OZDAGÊ GILÎ BIKIN

Nevîyên Şêx Seîd û Komeleya Şêx Seîd dîyar kirin ku wê Serokê Giştî yê Partîya Zaferê Umît Ozdagê ku heqaret li Şêx Seîd kiribû, gilî bikin.

Serokê Giştî yê Partîya Zaferê Umît Ozdag bersiv li  parvekirina medyaya civakî ya Parêzer Sitki Zîlan dabû û heqaret li Şêx Seîd kiribû. Li ser medyaya civakî bi hezaran kes bi hashtaga ‘SeyhSaîdrûmetameye’ bertek nîşanî Ozdagê dan. Nevîyê Şêx Saîd û Serokê Komeleya Şêx Seîdê Kasim Firat bi sedemên ‘gelê welêt teşwîqê dijminatî û rikê dike’ û heqaret li Şêx Seîd kirîye dê wî gilî bikin. Firat dîyar kir ku em ê hem wî hem jî kesên ku di bin parvekirina Ozdag de şîroveyên wek heqaret nivîsandine gilî bikin û dozê li wan vekin. Em ê serî li dozgerîyê bidin û daxwaza tazmînata manewî li wan bikin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.