NÛÇEYÊN KURDÎ

LI HEZROYÊ DI NAVBERA ÇEND KESANDAN ŞER DERKET, 3 BIRÎNDAR!

Li navçeya Hazroya Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera du xizman de 3 kes birîndar bûn.

LI HEZROYÊ DI NAVBERA ÇEND KESANDAN ŞER DERKET, 3 BIRÎNDAR!

 

Li navçeya Hazroya Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera du xizman de 3 kes birîndar bûn.

 

 

Li gorî agahiyên ku ji navenda nûçeyên me hatîye şîyandin, duh êvarê li gundê Baheşmê çend ciwanan güle teqandin. Xwedîyê malê ji ber ku ji wan ciwanan re bertek nişan da di navbera wan da alozî derket.

 

Ciwanên ku çek bikar anîn li xwediyê malê xistin û bi destika demançeyê li ser û çavên wî xistin. Bi agahdarkirina welatîyan 5 ambûlans û ekîbên cendirmeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji ber ku pevçûn berdewam dikir ambûlans nikaribûn bikevin cihê bûyerê. Di şer de Emîn Kasrî, Mehmet Katkici û kesek ku navê wî dîyar nîne birîndar bûn.

 

Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Hazroyê û Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Li gor zanîyarîyan Emîn Kasrî ji stûyê xwe birîndar bûye. Di der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.