GÜNDEM

LI KAYAPINARÊ BI ÇEK ÇEP Û RAST GULE HAT TEQANDIN

Li Kayapinarê kesekî dema di rê de dimeşîya bi çekê çep û rast gule teqand. Bûyer li Bulvara Mahabbat a Navçeya Kayapinara Amedê pêk hat

LI KAYAPINARÊ BI ÇEK ÇEP Û RAST GULE HAT TEQANDIN

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, kesekî dema di rê de dimeşîya bi çekê çep û rast gule bera der û dora xwe da û çend gule li cama kargehekê ketin. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê kirin.

Di dema teqîna çekê de kesek ji ber panîkê bi sivikî birîndar bû.

Kesê birîndar ji bo tedbîrê sewqê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hat kirin.

Ji alîyê din ve, mişterîyên ku di dema teqîna çekê de li kafeyek din rûniştibûn, bi panîkê xwe di bin maseyan de vedişêrin. Ew kêlî di kameraya ewlehîyê ya kafeyê de xuya bûn. Polêsan ji bo girtina kesê revîyaye xebat da destpêkirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.