NÛÇEYÊN KURDÎ

SANCAR Û BÛLDAN LI AMEDÊ CIVÎNA MEDYAYÎ LI DAR XISTIN

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li Navenda Koordînasyona Krîzê ya ku li herêma erdhejê ya Amedê hatiye avakirin, civîneke çapemeniyê li dar xistin û erdhej û encamên wê nirxandin.

SANCAR: NE PLANÊ QEDERÊ YE, PLANÊ KEDXWARÎYÊ YE

Di civînê de Mîthat Sancar axivî û wiha got, “Di zêdebûna mirîyan de derengmayîna xebatên lezgîn û alîkariyê rolek pir girîng lîst. Ev nîşan dide ku sedema giranîya karesatê bi giranî, bi nêzîkatî û tercîhên rêveberiyê re têkildar e. Ji bo xwe ji bin mesûlîyetê derxin dibêjin felaketa sedsalê. Dîsa bi gotina 'plana çarenûsê' hewldana ji holê rakirina berpirsyariyê pêbawer nîne."

BÛLDAN: GEL HÊJÎ LI BENDA XIZMÊN XWE YÊN DI BIN KAVILAN DE YE

Pervîn Buldan jî di civînê de rojev nirxand û wiha got, "Îro hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 35 hezar e, lê divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku hejmar hê bêhtir zêde ye. Ji ber ku hêj mirov di bin kavilên avahîyan de ne û xizmên wan li ber wan kavilana li bendê ne da ku bi saxî bê derxistin. Ji ber vê yekê ez careke din destnîşan dikim ku divê xebatên rakirina kavilan bi baldarî bên kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.