NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAVBERA CENDIRME Û KARKERAN DE GENGEŞE, 22 BINÇAVKIRIN

Li Rihayê di dema gengeşeya di navbera cendirme û karkerên ku 10 roj e li ber fîrmaya tekstîlê çalakî li dar dixin de 22 kes hatin binçavkirin.

450 karkerên fabrîqeya tekstîlê ya ku li 1emîn Herêma Pîşesazîya Organîze ya Rihayê dixebite û nêzê 700 xebatkarên wê hene, ji sendîkaya ku pê re bûn îstifa kirin û tevlê li Sendîkaya Karkerên Tekstîl û Çermê ya Yekbûyî (BIRTEK-SEN) bûn.

Hat îdîakirin ku rêveberîya kargehê 7 karmend ji kar derxistine. Karkeran bertek nîşanê ji kar derxistina hevalên xwe yên ji ber guhertina sendîkayan dan û dest bi çalakîya rawestana kar kirin.

Di roja 10. a çalakîyê de di dema gengeşeya navbera karker û cendirmeyan de Serokê BÎRTEK-SEN'ê Mehmet Turkmen jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin. Dema karkeran bertek nîşanê binçavkirina hevalên xwe dan û xwestin bendên hesin bişkînin, tîmên cendirmeyan bi gaza bîberê midaxele kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.