NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN VÊ HEFTÊ AQÛBETA SÊ PISMAMÊN KU DI BINÇAVKIRINÊ DE HATIN WINDAKIRIN PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, bi daxwaza "Bila winda bên ditin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Kosuyolu, cara 693'emîn hatin cem hev.

Xizmên windayan, vê hefteyê aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Orhan Orhan û Cezayîr Orhan ê ku di 6'ê Gulana 1994'an de, li Navçeya Qulpê ya Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz, çîroka jiyana 3 pismamên ku di binçavkirinê de hatin windakirin xwend. Akdenîz wiha got; “Di sala 1994’an de leşkeran bi ser Navçeya Qulpê ya Amedê de girtin û 3 pismaman bi îdîaya ku wê rêbertîya wan bikin, leşkeran bi xwe re birin. Dema ku agahî ji wan nayê girtin, malbat serî li cihên fermî dide, lê ti encam dernakeve. Hestîyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan li nêzî Gundê Bagcilar ê Qulpê di goreke komkirî de hatin dîtin. Ji Cezayîr Orhanê jî heta niha tu xeber tune ye.” Daxuyanî, piştê çalakîya rûniştinê ya deqeyekê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.