NÛÇEYÊN KURDÎ

LI KAYAPINARÊ BI ÇEK ÊRÎŞÊ KARGEHEK HAT KIRIN

Li Amedê li dijî kargeheke emlakê êrîşeke çekdarî pêk hat.

LI KAYAPINARÊ BI ÇEK ÊRÎŞÊ KARGEHEK HAT KIRIN

Bûyer doh bi şev li taxa Kayapinarê li ser kolana Nazîm Hîkmet li cîhê kar a fîrmayeke emlakê pêk hat.

 

Hat îdîakirin ku gumanbarekî ku hê nasnameya wî nehate tespîtkirin ji kuçeyê derket, hat pêşîya kargeha Ş.A. û bi çekê gelek caran gulebaran kir.

 

Di bûyerê de kuştî û birîndar çênebûn, li cîhê kar xisar çêbû. Ekîbên polêsan li herêmê 10 qewanên vala dîtin û ji bo girtina gumanbar dest bi xebatê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.