NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÊLIHÊ JINA 21 SALÎ YA KU DESTÊ WÊ DI MAŞÎNEYA KAR DE ASÊ MA JIYANA XWE JI DEST DA

Li Êlihê jineke ciwan di fabrîqeya ku lê dixebitî de ji ber ku destê wê di maşîneyeke kar de asê ma, jiyana xwe ji dest da.

LI ÊLIHÊ JINA 21 SALÎ YA KU DESTÊ WÊ DI MAŞÎNEYA KAR DE ASÊ MA JIYANA XWE JI DEST DA

Li Êlihê jineke ciwan di fabrîqeya ku lê dixebitî de ji ber ku destê wê di maşîneyeke kar de asê ma, jiyana xwe ji dest da. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li navenda bajêr di fabrîqeya çirçirê de qewimî. Jina bi navê Helîn Egûz a 21 salî ya ku tê gotin nû dest bi kar kirîye, li kargeha ku lê dixebitî destê wê di navbera makîneya kar de asê ma. Jina ciwan dema xwest milê xwe rizgar bike bi giranî birîndar bû, beşek ji laşê wê di maşîneyê de ma. Helîn Egûz a ku piştî mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê, rakirin nexweşxaneyê, li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.