NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÊLIHÊ KESEK LI BER XARZÎYÊ XWE ZAVÊ XWE KUŞT!

Li Êlihê kesek ji alîyê burayê xwe ve rastê êrîşa bi çekê hat.

LI ÊLIHÊ KESEK LI BER XARZÎYÊ XWE ZAVÊ XWE KUŞT!

Li Êlihê kesek ji alîyê burayê xwe ve rastê êrîşa bi çekê hat.

Di bûyera ku li Taxa Cûdî ya navenda Êlihê pêk hat de, hat îdîakirin ku Vahdettîn G. ê 36 salî û birayê hevsera wî R.G. yên di heyama telaq berdanê de bûn, di navbera wan de nîqaş dest pê kir.

Piştê ku nîqaş mezin bû R.G. bi dar û kulman lê zavê xwe da û bi çeka xwe 6 gule bera zava da. Hat dîyarkirin ku di dema bûyerê de kurê Vahdettîn G. yê 13 salî jî li gel wî bû.

Vahdettîn G. ê ku giran birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê, lê tevê hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da.

R.G. tevê siwareya ku ji cîhê bûyerê revîya û çeka ku di kuştinê de bi kar anî, ji alîyê polêsan ve hat binçavkirin. Lêpirsîna R.G ya li emnîyetê dewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.