GÜNDEM

LI MÊRDÎN 85 PEZ ÊN KU JI AVA BI DERMAN VEXWARIN TELEF BÛN

Li navçeya Artukluya Mêrdînê, ji ber ava derman tevlê bûye vexwarin bi dehan mêşin telef bûn.

LI MÊRDÎN 85 PEZ ÊN KU JI AVA BI DERMAN VEXWARIN TELEF BÛN

Li navçeya Artukluya Mêrdînê, ji ber ava derman tevlê bûye vexwarin bi dehan mêşin telef bûn.

Li Gundê Bugdayê yê navçeya Artukluyê, ava ku ji depoya rijandina cehneçêkerê Gundê Bîrtavayê diherikî veguherî çolekê. Li gor tê îdîa kirin, li gundê bîrtavê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê ava ku ji depoya dermankirinê ya hilberîna garis diherike, golên biçûk ên avê çêdibin.

Mêşinên ku ji wê avê vexwarin, di nava 5 xulekan de mirin. Li ser agahdarkirina şivan, tîmên AFAD, Serkarîya Çandinî û Daristanê ya Bajêr û cenderme sewqê herêmê bûn. Di bûyerê de 85 mêşin telef bûn.

Xwedîyê pez Yûsûf Akiş, derbarê bûyerê de wiha dibêje, “Ji ber ava ku ji erda garis diherike, li derdorê golên biçûk ên avê çêbûbû. Kîjan mêşina me ji wê avê vexwar, di nava 5 xulekan de telef bû. Xwedîyê erd divê miqatebe, dibe ku bavê min jî, ji wê avê vexwaribaya. Pêwîste hemû cotkarên me li vê mijarê miqatebin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.