NÛÇEYÊN KURDÎ

LI NAVÇEYA HEZROYÊ EXTYARÊ 90 SALÎ DI ÊRÎŞA KUÇIKAN DE JIYANA XWE JI DEST DA

Zilamek Extyar ê ku li navçeya Hezroyê li ber derîyê mala xwe rastê êrîşa kûçikan hat, jîyana xwe ji dest da.

LI NAVÇEYA HEZROYÊ EXTYARÊ 90 SALÎ DI ÊRÎŞA KUÇIKAN DE JIYANA XWE JI DEST DA

Zilamek Extyar ê ku li navçeya Hezroyê li ber derîyê mala xwe rastê êrîşa kûçikan hat, jîyana xwe ji dest da.

Li gor hatîye ragihandin do li gundê Dedaş a navçeya Hezroya Amedê, Faîk Delibaşê 90 salî di heyama ku ji bo destmêjê bigire derket hewşa mala xwe, rastê êrîşa kûçikan hat. Delibaş ê ku êrîşê birîndar bûbû jîyana xwe ji dest da.

Piştê ku tu agahî ji zilamê extyar ê bi tena serê xwe di malê de dijî nehat wernegirtin û bêhna nexweş jê hela mala wî dihat, şênîyên gund agahî dan sazîyên têkildar.

Li ser ragihandinê tîmên cenderme û tenduristîyê ku sewqê herêmê bûn, li pêşîya malê rastê meytê zilamê extyar hatin. Cenaze ji bo otopsîyê rakirin Sazîya Tiba Edlî û derbare bûyerê de lêpirsîn hat dest pê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.