NÛÇEYÊN KURDÎ

LI NAVENDA ÇAND Û HUNERÊ YA ZANÎNGEHA DÎCLÊYÊ KONSERTA HELBESTÊ YA PIRZIMANÎ HAT LIDARXISTIN

Li Navenda Çand, Huner û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê konserta "Helbesta Pirzimanî" hat lidarxistin.

LI NAVENDA ÇAND Û HUNERÊ YA ZANÎNGEHA DÎCLÊYÊ KONSERTA HELBESTÊ YA PIRZIMANÎ HAT LIDARXISTIN

Li Navenda Çand, Huner û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê, konserta "Helbesta Pirzimanî" hat lidarxistin. Konsert, bi hevkarîya Fakûlteya Perwerdehîyê ya Zîya Gokalp, Beşa Perwerdehîya Zimanên Biyanî û Beşa Zimanên Biyanî hat organîzekirin. Konsert, li Sûrê, li dêra dîrokî ya ku ji Zanîngeha Dîcleyê re hatîye veqetandin, hat lidarxistin.

Rektor Prof. Dr. Mehmet Karakoç, Alîkarê Rektor Prof. Dr. Ahmet Tanyildiz, dekanan, mamosteyan, xwendekaran û mêvanan beşdarê bernameyê bûn.

Helbest, bi gelek zimanên wekî bi Îngîlîzî, Almanî, Rûsî û her wiha Fransî, Tirkî, Erebî, Kurdî, Farisî, Îspanyolî, Suryanî, Zazakî hatin gotin.

Prof. Dr. Ahmet Tanyildiz, axaftina vekirinê de perspektîfeke dîrokî anî ser helbestê û destnîşan kir ku helbest îro di jiyanê de cih digire. Tanyildiz, dîyarkir ku bernameyên bi vî rengê wê zêdetir hişyarîyê bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.