NÛÇEYÊN KURDÎ

LI NY’YÊ PÊŞNÛMEYA ‘AGIRBESTA LEZGÎN’ HATE QEBÛLKIRIN

Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya ku Misirê ji bo "Agirbesta mirovî ya lezgîn li Gazeyê" pêşkêş kiribû bi 153 dengên “erê” li hember 10 dengên "na" qebûl kir.

LI NY’YÊ PÊŞNÛMEYA ‘AGIRBESTA LEZGÎN’ HATE QEBÛLKIRIN

 

 

Pêşnûmeya ku ji alîyê Misirê ve hat pêşkêşkirin û Tirkîye jî di nav de bi qasê 100 welatan hat pêşkêşkirin, di Civîna Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku ji 193 endaman pêk tê bi 153 dengên "erê" û 10 dengên "na" û 23 dengên “bêmeyl” ve hat qebûlkirin.

Welatên ku dengê “Na” dane Avusturya, Çekya, Guatemala, Îsraîl, Lîberya, Mîkronezya, Nauru, Papua Gîneya Nû, Paraguay û Amrîka bûn.

Di biryarê de banga agirbesteke mirovî ya lezgîn hat kirin û bang li hemû alîyan hat kirin ku erkên xwe yên li gorê yasayên navneteweyî bi cîh bînin, bi taybetî di warê parastina sivîlan de. Di biryarê de daxwaza serbestberdana bilez û bê şert û merc hemû girtîyan û gihîştina alîkarîyên mirovî hat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.