GÜNDEM

XIZMÊN WINDAYAN VÊ HEFTÊ AQUBETA EROGLÛ PIRSÎN

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 709'an de çalakîya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" aqûbeta Şeyhmus Eroglû yê ku 27 sal berê hat binçavkirin û agahî jê nehat girtin, hat pirsîn

. Endamê Lîjneya Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz behsa jîyana Eroglû kir û wiha got; “Di 21’ê Îlona 1995’an de di encama serdegirtina korîcî û leşkeran de Şeyhmus Eroglû hat binçavkirin û wî birin Mêrdînê. Piştê binçavkirinê hemû hewldanên malbata wî yên ji bo dîtina Şeyhmus Eroglû û ji wî agahîyek bigirin, bê encam man. Li alîyê din rayedaran qebûl nekirin ku Eroglû hatîye serdegirtin an jî hatîye binçavkirin.” Akdenîz anî ziman ku ji Ergolû ji wê rojê û vir ve tu agahî nehatîye sandin. Piştê xwendina daxuyanîyê, xizmên windayan ji bo Şeyhmus Eroglû û hemû kesên ku hatine windakirin, kuştin û kiryarên wan nedîyar re deqeyek çalakîya rûniştinê pêk anîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.