GÜNDEM

LI AMEDÊ NAVENDA KRÎZA HIŞKESALÎYÊ JI NÛ VE HAT SAZKIRIN

Ji ber ku îsal berf û baran bi qîm nebarîya ye cara duyemîn navenda krîza hişkesalîyê hat avakirin da ku hişkesalî zêde bandorê li hilberîneran neke.

Piştê tedbîr û agahiyan cotkaran çandina pembû û ceh li herêmên ku av lê kêm bûye paşve xistin û berê xwe dan çandina ceh û genim û nîskan.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê bajarê Amedê Mûstafa Ertan Atalar, destnîşan kir ku ji meha cotmehê ya ku wek meha baranê tê zanîn û heta niha 145 mîlîmeter baran bariyaye. Ev jî li gor par ji sedî 20 zêde bûye. Lê li gor salên borî ev rêje  ji sedî 36 kêm bûye.

Atalar, ji cotkaran re behsa tedbîrên ku ji bo hilberîner ji neyînîyên hişkesalîyê zêde xisarê nebînin kir û dîyar kir ku divê cotkar di şûna çandinîya ku zêde av lê diçe de, berê xwe bidin çandinîya ku zêde av lê naçe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.