NÛÇEYÊN KURDÎ

LI OSB A AMEDÊ KREŞ Û NAVENDEKE KONGREYÊ HATIN VEKIRIN

Li OSB a Amedê kreşa zarokan a bi navê karsazê nemir Raîf Turk û navendeke kongreyê ya bi navê endezyar Mehmet Şîrîn Acar ê di qezaya trafîkê de jîyana xwe ji dest da, hatin vekirin.

Li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) kreşa Zarokan a Raîf Turk û Navenda Kongreyê ya Mehmet Şîrîn Açar bi merasîmekê hatin vekirin. Walîyê Amedê û Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin Alî Îhsan Su di bernameya vekirinê ya li Navenda Kongreyê ya Mehmet Şîrîn Açar a ku bi kapasîteya 500 kesî hat çêkirin de axivî û dîyar kir ku wan bi hev re du xizmetên xweşik ên ku li ser navê du mirovên bedew hatine çêkirin vekirin.

Walî Sû got ku mirov piştê mirina xwe jî bi ked û şopên ku li pey xwe dihêlin, jîyana xwe didomînin. Serokê OSB yê Amedê Mustafa Fîdan, dîyar kir ku ji bo du navên girîng ên bajêr zindî bimînin, organîzasyoneke girîng li dar xistine û wiha axivî, "Hêvîdar im ku vê kreşê, jinên ku di kargehan de dixebitin bextewartir bike û heman kreş ji qadên kargehên li Amedê hene re bibe mînakek.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.