NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PÎRAN Û ERXENÎYÊ 2 TAXÊN NÛ HAT AVAKIRIN

Li navçeyên Pîran û Erxenî yên Amedê 2 tax hatin dabeşkirin û ji nava wan 2 taxên din hatin avakirin.

LI PÎRAN Û ERXENÎYÊ 2 TAXÊN NÛ HAT AVAKIRIN

Li navçeyên Pîran û Erxenî yên Amedê 2 tax hatin dabeşkirin û ji nava wan 2 taxên din hatin avakirin.

Walîtîya Amedê ragihand ku Taxa Adnan Menderes a Navçeya Erxenî û Taxa Uzumlu ya Navçeya Pîranê hatin dabeşkirin û taxên nû jê hatine avakirin. Di daxuyanîya Walîtîyê de wiha hat gotin: "Taxa Adnan Menderes a Navçeya Erxenîyê hat dabeş kirin û taxek bi navê ‘Makam Dagi’ û ‘Taxa Dîcle’ jê hat ava kirin û Taxa Uzumlu ya Navçeya Pîranê ya ku hat dabeşkirin jî taxên nû ya bi navê ‘Taxa Gunduz’ di çarçoveya qanûnên eleqedar ên şaredarî û qeymeqamtîyê de hatin avakirin û bi destûr hatine qebûlkirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.