NÛÇEYÊN KURDÎ

NAMZETÊN MIXTARÎYÊ KU LI DAWETÊ HATIN CEM HEV, ŞER KIRIN!

Nîqaşa di navbera xizmên du namzetên mixtarîyê yên ku li Amedê di salona dawetê de hev dîtin, veguherî şer.

NAMZETÊN MIXTARÎYÊ KU LI DAWETÊ HATIN CEM HEV, ŞER KIRIN!

Bûyer duh bi şev li Taxa Talaytepe ya navçeya Kayapinarê li salona dawetê pêk hat.

 

Hat îdîakirin ku 2 namzedên mixtarîyê û endamên malbata wan ku, di daweta xizmekî xwe de hatin cem hev.

Malbatên ku ji ber namzedîya mixtarîyê navbera wan da dijminatî çêbû, di merasîma xelatê de nîqaş kirin.

 

Nîqaşa devkî ya ku hin mêvanan midaxale kirin, veguherî şerê bi kulm û pêhnan.

Di dema pevçûnê de hin mêvan ji hişê xwe çûn û bi midaxaleya xebatkarên salona dawetê û polêsan şer bi dawî bû. Ji ber bûyerê dawet jî hat bi dawî kirin û bûk û zava jî birin malê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.