NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PÎRANÊ JI BO GAZE’YÊ BERNAMEYA ALÎKARÎYÊ

Li Taxa Pîranê ji bo piştgirîyê bidin Gazeyê li Mizgefta Nû ya Navendê bernameya alîkarîyê hat lidarxistin.

LI PÎRANÊ JI BO GAZE’YÊ BERNAMEYA ALÎKARÎYÊ

Li Taxa Pîranê ji bo piştgirîyê bidin Gazeyê li Mizgefta Nû ya Navendê bernameya alîkarîyê hat lidarxistin.

Di bernameya alîkarîyê ya ku ji alîyê melayên ku li navçeya Pîran a Amedê dixebitin hat lidarxistin de, ji alîyê welatîyên dildar ve her cure xwarin, cil û berg û pêlîstokan wek diyarî hatin berhevkirin.

Alîkarîya ku li wir hat berhevkirin wê ji gelê Gazeya Filistînê re bê şandin. Melayê Mizgefta Çavli Sadik Boguç derbarê alîkarîyê de agahî da û wiha bilêv kir: “Em ji bo gelê mezlûm li Filistînê bernameya alîkarîyê li dar dixin.

Hemû gelê me yê ezîz vedixwînin bernameya alîkarîyê. Bernameya me ya xêrxwazîyê wê heta êvara Înê dewam bike. Ji xeynî vê, eger kesek bixwaze dikare were cem muftîtîya me û dîsa alîkarîyê bike. Derîyê alîkarîyê her tim vekirîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.