NÛÇEYÊN KURDÎ

LI PASÛRÊ DÊR A JI SERDEMA BÎZANSÊ YÊ HEZAR Û 500 SAL BERÊ HAT DÎTIN

Li Navçeya Pasûrê xirbeyên dêra hezar û 500 salî ku di nav de bi dehan gor hene hatin dîtin.

LI PASÛRÊ DÊR A JI SERDEMA BÎZANSÊ YÊ HEZAR Û 500 SAL BERÊ HAT DÎTIN

Li Navçeya Pasûrê xirbeyên dêra hezar û 500 salî ku di nav de bi dehan gor hene hatin dîtin.

Piştê ku li Taxa Înkaya ya navçeya Pasûrê ya Amedê di lêkolîna li ser rûyê erdê ya ku li deverên cuda hatin kirin de pereyek ku ji serdema Împeratorê Bîzansê I.Anastasius hat dîtin, kolandina ku di sala 2021an da ji alîyê Midûrîyeta Muzeya Amedê ve li herêmê hatibû destpêkirin bi beşdarbûna giştî 35 kesan ku 15 ji wan pispor in, berdewam dike.

Di kolandinê de li herêmê berhemên wek dirav, çira, stûn û bingeh hatin dîtin û li cîhê ku xebat lê kom bûbûn bermahîyên avahîyekê hat tesbîtkirin. Hat dîyarkirin ku avahîya ku dîwarên wê yên derve hatin eşkerekirin dêr e, û her wiha ekîban di çarçoveya xebatên ku di hundirê dêrê de kirin gihîştin gorên ku li cîhên cuda yên avahîyê belav bûne.

Alîkarê Midûrê Muzeya Amedê Mûjdat Zengingol, dîyar kir ku wan avahîyek ku berê nedihesibandin dêrê, keşf kirin û wiha got, "Di kolandinên îsal de bi zelalî hat fêhmkirin ku ev dêra Bîzansê ye.

Xebatên me yên li vir bileztir bûne. Dêr dibe ku di sedsalên 5, 6 û 7an de hatîye bikaranîn, piştre hatîye rûxandin û heta sedsala 13’an weke goristan hatîye bikaranîn. Di dêrê de 46 gor hatin dîtin. Ev gorên gelek kesên cuda, mezin, zarok, jin û mêr in. Gor li seranserê dêrê belav bûne."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.