NÛÇEYÊN KURDÎ

ENDAMTÎYA BAHÇELÎ JI BER HEQÊ AÎDATÊ NEDABÛ HATÎBÛ BETAL KIRIN!

Hat diyarkirin ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî yê ku ji endamtiya Beşîktaşê îstifa kiribû, berîya îstîfayê ji teref klûbê ve endamtîya wî hatiye betal kirin.

Bahçelî piştê maça Antalyasporê bi gotina "Bêrêziya sîstematîk a li hemberê şehîdên me yên erdhejê" ji ber dirûşma "Hikûmet îstîfa" ji endamtiya Beşîktaşê îstifa kir.

Serokê Lijneya Disîplînê ya kulûbê Parêzer Ahmet Akpinar ragihand ku ji ber ku Devlet Bahçelî heqê aîdata xwe ya endamtîyê nedaye, ji xwe berî ku îstîfa bike, endamtiya wî hatiye betalkirin.

Akpinar di daxuyanîya xwe de wiha got: "Daxuyaniyên kesên ku endamtiya wan ji ber ku heqê xwe yê aîdatê nedane berî niha hatîye betal kirin û tevî ku ne endamên kongreyê bûn jî, ji endametiya klûbê îstifa kirine, dişibe weke zewaca bê mehr û nîkaha fermî ku divê doza hevdû berdanê lê were vekirin e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.