NÛÇEYÊN KURDÎ

OBAMA: DIBE KU STRATEJÎYA LEŞKERÎ YA ÎSRAÎL TEWŞ BIBE

Serokê berê yê DYA Obama, li ser êrîşên leşkerî yên Îsraîlê wiha got, "Stratejîya leskerî ya Îsraîlê ya ku jîyana mirovan paşguh dike, dibe ku di dawîyê de tewş bibe."

OBAMA: DIBE KU STRATEJÎYA LEŞKERÎ YA ÎSRAÎL TEWŞ BIBE

Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yê Amrîka (DYA) yê Barack Obama derbarê pevçûnên ku ev 18 roj in di navbera Îsraîl û Filistînê de dewam dikin da wiha got: "Stratejîya leskerî ya Îsraîlê ya ku jîyana mirovan paşguh dike, dibe ku di dawîyê de tewş bibe."

 

Obama di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku kiryarên leşkerî yên ku jîyana mirovan paşguh dike û qutkirina ceyran û avê dibe sedema paşdemayînê û wiha got: "Stratejîya leşkerî ya Îsraîlê ya ku jîyana mirovan paşguh dike, dibe ku di dawîyê de tewş bibe. Dibe ku helwestên nifşên nû yên Filistînîyan dijwartir bike, piştgirîya cîhanî ya ji bo Israîlê xera bike û hewlên demdirêj ên ji bo dabînkirina aştî û aramîyê li herêmê têk bibe."

 

Obama her wiha destnîşan kir ku divê stratejîya leşkerî ya Îsraîlê li gorê hiqûqa navneteweyî tevbigere û wiha berdewamkir, "Her çend em piştgirîyê didin Îsraîlê jî, divê em bi awayekî zelal biaxivin ka Îsraîl vî şerê li dijî HAMASê çawa dimeşîne. Girîng e ku stratejîya leşkerî ya Îsraîlê bi qanûnên navneteweyî re tevbigere, di nav de qanûnên ku bi armanca pêşîlêgirtina mirin an êşa gelê sivîl heta radeya herî zêde ya gengaz in.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.