NÛÇEYÊN KURDÎ

LI QATARÊ HEVDÎTINA MOSSAD Û CIA

Serokên CIA û Mossadê li Qatarê agirbestê gotûbêj kirin.

LI QATARÊ HEVDÎTINA MOSSAD Û CIA

 

Agirbesta li Gazeyê ku herî kêm 2 rojên din hat dirêjkirin, duh tevê hinek binpêkirinan jî dewam kir.

Hevdîtin û nîqaşên ji bo agirbesteke nû ya demdirêj berdewam dikin.

Serokên îstixbarata Amrîka û Îsraîlê, CIA û Mossadê li Doha ya paytexta Qatarê li hev civîyan.

Hat ragihandin ku alîyan li ser agirbesteke nû ya demdirêj û serbestberdana rehîneyên herî zêde gotûbêj kirine.

Hat dîyarkirin ku di hevdîtinan de pêşketin çêbûn. Lê belê ev hevdîtin ji alîyê koalîsyona rastgir ya li Îsraîlê ve hat redkirin.

Wezîrê Ewlekarîya Netewî Ben Gvîr ragihand ku eger Îsraîl venegere şer ewê piştgirîya xwe ya ji bo Netanyahu vekişînin. Ben Gvîr bi 6 parlamenter û 3 wezîran piştgirî dide koalîsyona Netanyahu.

Tê hesabkirin ku eger îstifa bike, li Îsraîlê hikûmet nakeve.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.