GÜNDEM

LI QERSÊ SERWÎSA XWENDEKARAN QELIBÎ! 1 MIRÎ, 14 BIRÎNDAR

Li Qersê di encama qezaya serwîsa xwendekaran de xwendekarek jîyana xwe ji dest da û gelek xwendekar jî birîndar bûn.

LI QERSÊ SERWÎSA XWENDEKARAN QELIBÎ! 1 MIRÎ, 14 BIRÎNDAR

Li Qersê di encama qezaya serwîsa xwendekaran de xwendekarek jîyana xwe ji dest da û gelek xwendekar jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa xwendekaran a di bin rêvebirîya Yaşar Polat de li Taxa Arpaçaya Qersê ji ber rêya mucûr kontrola dîreksîyonê ji dest berda û qelibî. Di qezayê de xwendekarê bi navê Gokhan Polat li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da û 9 jê giran 14 xwendekar jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî. Ajokarê mînîbusê hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.