NÛÇEYÊN KURDÎ

LI QOSERÊ YA MÊRDÎN ÊRÎŞA ÇEKDARÎ! 1 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di êrîşa çekdarî ya ku li hemwelatîyekî hat rastkirin de kesek hat kuştin, zarokek jî birîndar bû.

LI QOSERÊ YA MÊRDÎN ÊRÎŞA ÇEKDARÎ! 1 MIRÎ, 1 BIRÎNDAR

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di êrîşa çekdarî ya ku li hemwelatîyekî hat rastkirin de kesek hat kuştin, zarokek jî birîndar bû.

Do bi şev hemwelatîyê bi navê Necmettîn Atîz li Qada Azadîyê ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê, rastê êrîşa kesekî yan kesên nasnameya wan nedîyar hat.

Atîz ê ku di dema êrîşê de gelek gule li bedena wî ket li cihê bûyerê jîyana xwe ji dest da. Yek ji guleyan li lingê zarokê ku di cihê bûyerê derbas dibû ket.

Ekîbên tenduristîyê yên sewqê cîhê bûyerê bûn, zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyê Atîz jî, ji bo otopsîyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.