NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ JINIKA DUCANÎ YA 5 MEHÎ JI ALÎYÊ HEVJÎNÊ XWE HATE KUŞTIN

Li Rihayê jineke ducanî ya 5 mehî ji alîyê hevserê xwe ve hat qetilkirin.

LI RIHAYÊ JINIKA DUCANÎ YA 5 MEHÎ JI ALÎYÊ HEVJÎNÊ XWE HATE KUŞTIN

Li Rihayê jineke ducanî ya 5 mehî ji alîyê hevserê xwe ve hat qetilkirin.

Piştê ku li Taxa Çomlekçî ya navçeya Akçakale ya Rihayê di mala malbata Uzun de dengê çekan hat bihîstin ekîbên cendirme û tenduristîyê sewqê cihê bûyerê hatin kirin.

Li mala ku dengê çek jê hat di kontrola ekîban de cenazeyê jina bi navê Fidda Uzun (24) a 5 mehe ducanî bû, hat dîtin.

Cendirmeyan hevserê Uzun Ahmet Uzun li hewşa malê tevê bi çeka sûc qefaltin. Hat dîyarkirin ku kujer Ahmet Uzun sûcê xwe qebûl kirîye. Jêpirsîna kujer ên li Fermandarîya Cendirmeyan a Navçeyê dewam dikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.