NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ SIWAREYEK LI TABELAYA RÊ QELIBÎ! 3 KES MIR KESEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Li Rihayê siwareyek li tabelaya rê qelibî û di qezaya trafîkê de, 3 kes jîyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

LI RIHAYÊ SIWAREYEK LI TABELAYA RÊ QELIBÎ! 3 KES MIR KESEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Li Rihayê siwareyek li tabelaya rê qelibî û di qezaya trafîkê de, 3 kes jîyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; qeza li Xaçerêya Osmanbeyê ya rêya Riha-Mêrdînê pêk hat. Siwareyê ku di bin rêveberîya Mehmet Alî Mogul de bû, li tabelaya rê qelibî. Mustafa Mogul li cihê qezayê jîyana xwe ji dest da. Ebûbekir Moğul û jina bi navê Ayhan Tîmûr, li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest dan. Ajokar Mehmet Alî Mogul ji qezayê bi birîndarî xilas bû. Cenazeyên 3 kesên jîyana xwe ji dest dan, ji bo karên otopsîyê birin morga Sazîya Tiba Edlî ya Rihayê. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.