NÛÇEYÊN KURDÎ

LI RIHAYÊ ZAROKÊ KU LI BIN WESAYÎTÊ MA JIYANA XWE JI DEST DA

Zarokê ku li navçeya Siwêregê ya Rihayê, di bin pîkapa ku ber bi paş ve diçû de asê ma, jiyana xwe ji dest da.

LI RIHAYÊ ZAROKÊ KU LI BIN WESAYÎTÊ MA JIYANA XWE JI DEST DA

Zarokê ku li navçeya Siwêregê ya Rihayê, di bin pîkapa ku ber bi paş ve diçû de asê ma, jiyana xwe ji dest da. Bûyer, li Taxa Atmaca ya navçeya Siwêregê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, pîkapa ku Ahmet B. bikardianî, kurê wî Samet B. ê 5 salî ku li pişt pîkapê dema ku bi paş ve diçû, perçiqand. Samet B. yê ku di qezayê de bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê. Zarokê ku di bin tedawîyê de bû, tevî hemû midaxeleyên bijîşkan jiyana xwe ji dest da. Cendirmeyan di derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.