NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ROJNAMEVAN GOK Ê KU WÊNEYÊ QETILKIRINA KURKUT KIŞAND CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ HAT DAYÎN

Di doza ku di derbarê rojnamevan Abdurrahman Gok ê ku wêneyê kuştina Kemal Kurkut kişandibû de, cezayê girtîgehê hat dayîn.

Rojnamevan Abdurrahman Gok, wêneyê qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê ku di sala 2017'an de, di pîrozbahîya Newroza Amedê de ji alîyê polîsan ve hat qetilkirin kişandibû. Danişîna doza ku bi îdîaya "endamê rêxistina terorê ye" û "propagandaya rêxistina terorê kiriye" hat vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Abdurrahman Gok birrî.

Rojnamevan Abdurrahman Gok di parastina xwe de dîyarkir ku ji ber pîşeya xwe ya rojnamevanîyê û ji ber wêneyê qetilkirina Kemal Kurkut ê di Newrozê de ji alîyê polîsan ve hat qetilkirin, tê darizandin. Heyeta dadgehê, salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnamevan Abdurrahman Gok birrî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.