NÛÇEYÊN KURDÎ

SAYMAZ: RÛSIPÎYÊN HDPÊ JI BO DEMÎRTAŞ ZÎYARET BIKIN MURACAT KIRIN

Rojnamevan Îsmaîl Saymaz di nivîsa xwe ya îro de dîyar kir ku Ahmet Turk, Sirri Sakık û Sirri Sureyya Onder ji bo bi Selahattin Demirtaş re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane.

SAYMAZ: RÛSIPÎYÊN HDPÊ JI BO DEMÎRTAŞ ZÎYARET BIKIN MURACAT KIRIN

Saymaz di nivîsaa xwe de îdîa kir ku "Piştê êrîşa PKK'ê ya Mêrsînê, di navbera HDP û Selahattin Demirtaş de nexweşî çêbûye." Sayma di nivîsa xwe de wiha berdewamkir; "Ez hîn bûm Ahmet Turk, Sirri Sakık û Sirri Sureyya Onder ku wek rûsipîyên HDP'ê tê zanîn, ji bo bi Demîrtaş re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Edaletê dane. Ji ber ku Wezaretê tenê destûra hevdîtinên girtî daye, hevdîtin pêk nehatîye. Heyet ji bo hevdîtinên vekirî têkilîyên xwe didomîne.

Ez hîn bûm ku wê heyet ji bo sivikkirina rageşîya di navbera Demîrtaş û HDP’ê de rol bigire.”

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, îro di hevpeyvîna xwe ya li gel Gazete Duvar de bersiv da îdîaya ku “Di navbera HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye de nexweşî çêbûye” û di daxuyanîya xwe de Beştaş wiha got; “Nirxandinên weke ku di navbera HDP û Selahattîn Demîrtaş de cihêbûn, nakokî û nerehetî heye, hemû vala ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.