GÜNDEM

LI SÛDANÊ KOMÊN LI DIJÎ HEV ŞER DIKIN WÊ JI BO AGIRBESTÊ BICIVIN

Di navbera Artêşa Sûdanê û koma çekdar a Hêzên Piştgirîya Bilez (HDK) de bi hefteyan e li Sûdanê pevçûn diqewimin.

LI SÛDANÊ KOMÊN LI DIJÎ HEV ŞER DIKIN WÊ JI BO AGIRBESTÊ BICIVIN

Di navbera Artêşa Sûdanê û koma çekdar a Hêzên Piştgirîya Bilez (HDK) de bi hefteyan e li Sûdanê pevçûn diqewimin.

Artêş û HDK wê îro li Erebîstana Siûdî ji bo hevdîtinên agirbestê bicivin. Bi hewlên civaka navdewletî hêvî heye ku bi lihevkirinekê dawî li pevçûnan bê. Rayedarên Sûdanê dîyar kirin ku Erebîstana Siûdî û Amerîka wê di hevdîtinan de ji bo hêsankarîyê beşdar bibin. Rayedaran dîyar kirin ku di maseya muzakereyê de wê mijarên wekî avakirina korîdora mirovî ya ji bo alîkarîya bajarên Xertûm û Omdurman, parastina hedefên sivîl û di nav de sazîyên tenduristîyê û binesazîyê cih bigirin. Di 15’ê Nîsanê de ji ber şer û pevçûnan li welat, bi sedan kes jîyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî neçar man malên xwe biterikînin. Hevdîtinên agirbestê yên berîya niha, ji ber ku bi ser neketin alîyan hevdu bi binpêkirina agirbestê tometbar kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.