NÛÇEYÊN KURDÎ

SOYLÛ JI BO HEYVA SOR GOT “HER KÊMASÎ NE MIJARA TASFÎYEKIRINÊ YE”

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû, di weşana zindî ya ku beşdar bû de, derbarê Serokê Heyva Sor Kerem Kinik ê di erdhejê de çadir firotibû de axivî.

Li ser pirsa, “Ma tu ji Serokê Heyva Sor ê ku hêjî li ser wezîfeyê ye aciz nabe gelo?” Wezîr Soylû wiha bersiv da, "Heyva Sor sazîya me ye. Lijneya wê ya giştî heye. Hemû guhertin di lijneya giştî de tên kirin. Heyva Sor di statûya komeleyan de ji bo berjewendîya gel e.

Em ê hemû derfetên xwe bidin Heyva Sor." Soylu, anî ziman ku ger hûn bibêjin bila îstifa bike lijneya giştî wê bêje 'na, ew dikare peywira xwe bike û wiha got, “Kêmasî ji mirovan e. Her kêmasî nayê wateya tasfîyekirinê.”  || AMED TV ||

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.