NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÛRÊ DI NAVA DU ROJAN DE DU ZAROK LI HEMAN TAXÊ CEYRANÊ PÊ GIRT!

Li navçeya Sûrê piştê ku di nava 2 rojan de li heman taxê 2 zarok rastê pêgirtina elektrîkê hatin, bi dûbayan tedbîr hatin wergirtin.

LI SÛRÊ DI NAVA DU ROJAN DE DU ZAROK LI HEMAN TAXÊ CEYRANÊ PÊ GIRT!

Li navçeya Sûrê piştê ku di nava 2 rojan de li heman taxê 2 zarok rastê pêgirtina elektrîkê hatin, bi dûbayan tedbîr hatin wergirtin.

Di bûyera ku di 23'ê Tebaxê de li Taxa Melîk Ahmet a Navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat de zarokê 3 salî M.T. Zarokê bi navê Anzele dema ku destê xwe da stûna ceyranê ya hesinî ya li tenişta Parka Anzele, ceyranê pê girt.

Do jî zarokê 8 salî yê bi navê B.Y. dema ku dest avêt stûna ceyranê ya hesinî ya li kêleka Mizgefta Şêx Yûsif ceyranê pêgirt.

Zarokên birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.

Ekîbên polêsan ên ku piştê bihîstina bûyerê sewqê herêmê bûn, li dora stûnan dûba danîn da ku heta ku rayedarên şirketa enerjîyê hatin tedbîr girtin.

Rayedarên Şrîketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dîyar kirin ku do çûne taxê û ceyran qut kirine û xeletî sererast kirine, şênîyên taxê jî îdia kirin ku wan rewş ji DEDAŞ'ê re ragihandine, lê 2 rojin tu kes nehatine.

Muxtarê taxê Alî Kizgin jî got: “Tevî ku 2 rojin me rewş ji şrîketa DEDAŞê re ragihandine jî, tu kes nehatine. Me rewş ji polîsan re ragihand û di cih de hatin. Ev kolan, zarok lê dilîzin û derîyê mizgeftê ye. Polîs hatin vir û bi dûbayan tedbîrên ewlehîyê wergirtin. Ma divê îlla xisar û zîyan bighêje me.

Şênîyên taxê jî daxwaz kirin ku divê pirsgirêk bên çareserkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.