NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ WELATÎYEK LI CÎHÊ KAR XWE DALIQAND

Hat îdîakirin ku welatîyekî Amedê xwe kuşt

LI AMEDÊ WELATÎYEK LI CÎHÊ KAR XWE DALIQAND

Hat îdîakirin ku welatîyekî Amedê xwe kuşt. Bûyer, li Taxa Yunus Emre ya Navçeya Rezanê qewimî. Li gor îdîayan welatîyê bi navê Bayram Koyuncu (35) ê ku hat dîyarkirin pirsgirêkên wî yên malbatî û psîkolojîk hene, bi şev li dikana ku bi xurdeyan re mijûl dibû, xwe daliqand. Xebatkarên ku serê sibê hatin cihê kar, ferq kirin ku Koyuncu xwe kuştî ye. Ekîbên tenduristîyê tespit kirin ku Koyuncu jîyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji bo karên otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî ya Amedê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.