NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SÊRTÊ MADEN HILWEŞÎYA! BIRÎNDAR Û MIRÎ HENE

Li Sêrtê di encama hilweşîna madenê de 5 kes di bin xirbeyan de man.

LI SÊRTÊ MADEN HILWEŞÎYA! BIRÎNDAR Û MIRÎ HENE

Li navçeya Şêrvan a Sêrtê di saet 01:25'an de ji ber sedemeke ku nayê zanîn madenek taybet a paxir hilweşîya.

Li ser agahdarkirina rewşê ekîbên cendirme, tenduristî, AFAD û agirtefê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.

Di encama hilweşînê de 3 kes jîyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Birîndaran bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Derbarê hilweşîna di madenê de ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Şêrvanê ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Y.K., A.T. û D.A. hat binçavkirin. Derbarê gumanbaran de li cendirmeyê lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.